Kek Baran, demek dirêj e ku tu bi muzîkê ve mijul î. Dikarî di heqê proje û xebatên xwe de me haydar bikî?
Vê albuma dawîn gelek wexta me girt. Ev salek e ku em li ser vê albumê dixebitîn. Sedemê derengmayîna albumê ew bû ku sala borî dayîka min a delal çû rehmetê û ji ber wê xemgînîyê ewqas wext girt.
Ez dikarim bibêjim ku di vê albumê de karektera min û malbata min derdikeve pêþ. Malbata me, malbateke dengbêjan e. Kalkê min, bavê min, dayîka min hemu dengbêj bûn. Yek jî di malbata me de du zaravayên kurdî û tirkî dihat bi karanîn. Jixwe bavê min hunermendekî bi nav û deng Mahmût Baran e û tesîra wî li ser min zêdetir e. Di vê albumê de jî min beytekî bavê xwe got û ew jî bi stranekî li albuma xwe kire mêvan. Mêvanekî me jî Dr. M. Nûrî Dêrsimî ye û ew jî bi dengê xwe helbestekî dixwîne, strana ku pêyê helbestê tê jî yê bavê wî Coligzade Mele Îbrahîm e.
Dîsa di albûmê de semahek bi kurdî heye. Ji ber ku me di vê albumê de stranên klasîk û dîrokî cîh kirin, me navê albuma xwe danî Teberik.
Ev album helwesteke li dijî asîmîlasyonê û bangeke ji bo vegera zmanê dayîkê û welat e.
Di pêþerojê de jî dixwazim wek mîsyonerekî di warê zman û çand û kultura gelê xwe de rola xwe bilîzim. Mexseda min di amadekirina albumê de qezenc kirina peran nîne. Hemu zaravayên zmanê kurdî dixwazim di albumên xwe de bi kar bînim û heya hest, raman û daxwazên gelê xwe bi tirkî gotin jî li gor min ne þaþ e. Ji ber ku di nav Kurdên me yên Bakur de ên ku kurdî nizanin jî henin.
Li gor te muzîka kurdî di kîjan qonaxê de ye? Ango rewþa îroyîn çawa ne?
îro muzîka kurdî di demek gelek girîng û nazîk de derbas dibe. Girîngî ew e ku teknolojî roj bi roj pêþ dikeve û milyonek Kurd li dervayê welat dijîn. Û ew muzîka cîhanê nasdikin. Xort dixwazin caz bikin, pop bikin, tekno bikin. Li gor vê jî muzîka kurdî jî di hewldana guherînê de ye. Lê divê mirov pirr bi dîkkat be û ji bingeha muzîka kurdî dûrnekeve. Belê divê ji tiþtên nû re vekirîbe lê rengê xwe tu car wunda neke. Îro muzîka me di qonaxa biryardayînê de ye. Dinya hemu vedigere ser etno muzîkê. Divê em jî rengên xwe û aletên xwe yên muzîkê biparêzin.
Di van salên dawîn de gelek albumên nû yên kurdî ketin pîyasê. Di nav wan de gelek xebatên hêja û yên ne hêja jî hene. Tu vê pirr rengî û pirr dengîyê çawa dinirxînî?
Bi rastî di van salên dawîn de gelek kes ketin nav lêkolînan ku tiþtên nû bikin, tiþtên ku me li jor behs kir. Dibe ku bi dilpakî ev yeka kirin lê, ji bingeha muzîka kurdî dûrketin. Di nav baweriyeke þaþ de nin ku, li gor wan, ew çiqas arabesk û melodîyên Ewrûpî bi kar bînîn albumê wan ê ewqas zêdetir bifiroþin. Sedemê vê jî þîrketên muzîkê nin. Ji ber ku ew qezencê difikirin. Lê yên ku dibêjin jî li duv popolîterîyê ketine.
Ev gotinên min nayên wî wateyî ku bila tiþtên nû neyên kirin. Mabesta min ew e ku, bi gotinê wêdatir gava yek melodîyê guhdarî bike, divê bizanibe ku ew muzîka kurdîye. Mirov dikare li ser deng û harmonîyan bixebite. Lê melodî bingeha muzîka kurdîye. Wek îskeletê însan e. Eger ku te bi wê îskeletê ve lîst, ew dem li ser pîyan mayîn ne mumkun e. Ew kesên ku li Tirkîyê album çêdikin pirranîya wan kurdî nizanin. Ev jî muzîka me nêzîkê hin muzîkê din dike. Tenê bi notayan ve dikin. Lê ew ne bes e. Divê çi dibêje fêm bike, wî rûhî hîs bike.
Yek jî divê ku kesên ku bi muzîka kurdî ve mijûl in, divê aletên muzîkê yên kurdî baþ nas bikin.
Bi sed salan e ku Kurd di nav têkoþîna hebûn û nebûnê de nin. Gelo li gor te hunermend -ronakbîrên Kurd û sîyaset çiqas ji hevudu dûr, an jî nêzîktir in? Divê ev têkilî çawa bibe?
Di sîyasetê de rola hunermend û ronakbîran pirr girîng e. Divê ronakbîr û hunermend bi berçavkên partî an komelan ve li dinyayê nenêrin. Hewldana me hunermend û ronakbîran ya ewlîn divê ew be ku, em bi fikr û ramanên xwe ve azad bin. Muzîka me jî bi sîyasetê re têkilîyeke wê ya xwurt heye. Bi salane zmanê me qedexe ye, me digrin dixin hepsan. Ev jî wê têkilîyê xurt dike. Ji xwe dîroka kurdî muzîk e, dîrokeke devkî heye ku bi devê dengbêjan heya îro hatîye. Ez nabêjim hunermend bibin serok. Lê muzîk zûtir digihîje gel. Ev jî rola hunermend derdixe pêþ. Divê hunermend û ronakbîr di nav sîyasetan de bibin pir û wan nêzîkê hevudu bikin.
Gelê me pirr naxwîne, ji ber vê jî gotina sîyasetmedarekî zû bizû nagihîje gel, lê mesaja hunermendekî muzîkvan zûtir digihîje gel. Ev jî barê me girantir dike. Divê em gotinan gelek caran bifikirin û bipîvin û paþê bibêjin. Þaþîyeka me bi salan di nav gel de dijî.
Hunermend ew e ku gel hiþyar bike û nêzîkê hevudu bike, ji bo yekitîyê rola xwe bilîze. Ne ku ji bo partî, komel û kesan stranan çêbike. Ev hunermendî nîne�
Tu li herçar parçên Kurdistanê rewþa Kurdan çawa dibînî? Him di warê çand-hunerê de û him jî di warê sîyasî de?
Gelê me wek berê nîn e, herçar perçe jî pêþda diçin. Ji þaþîyên têkoþîna xwe jî dersan digrin. Gelê me, li hember dîktatoran, li hember lêdan, kuþtin û îxanetê berxwe dide. Baþûr ji bo me bûye hêvî û ronîyek. Gelê me êdî tirsê hêdî hêdî ji dilê xwe davêje. Azadî, ji duh nêzîktir e�
Demokrasî di nav me de çiqas rûnê, muzîka me jî wê ewqas dewlemend be û pêþkeve. Em hunermend û ronakbîr, partî û gel çiqas ji hevudu hezbikin, dinyayê jî me ewqas hezbike. Parçebûyîn fermana mirina me ye.
Em dîsa werin muzîkê; Ji bo ku muzîka kurdî li cîhanê vebe, divê çi bê kirin, Li ber vê yekê çi astengî henin?
Muzîka kurdî wê di destê akademîsyenan de pêþkeve. Divê mirov îlima muzîkê bizanibe. Wexta dengbêjî û wexta mela, dawul û zurnê derbas bû. Em bi gotina; �lê lê û lo lo� ve nikarin li cîhanê vebin. Weka çanda kurdî muzîka me jî 4 hezar sal e dom dike û heya vê merhelê hatîye. Dem dema teknolojîyê ye. Divê rêvebirîya pêþketina muzîka kurdî akademîsyen bikin. Lê wek ku me li jor jî behs kir, divê bingeha muzîka me bê parastin.
Astengîya bingehîn ew e ku, Kurd demokrasîyê nasnake. Di alîyê muzîkê de jî daxwaza wî ew e ku, an propangada be, an pesnê kesan bide, an jî tim lê lê, lo lo be. Bi vî rengî jî pêþketin zehmet e. Divê berê mêjî biguherin. Lê em îro neyên fêmkirin jî weke mîsyonerekî emê rêberîya perspektîfên nû bikin. Em muzîka xwe tenê ji bo îro na, ji bo pêþerojê çêbikin û bibêjin. Û zarokên me pêþdatir bibin.
Dema ku gelê me azad bû, dê wê demê me baþtir fêm bike.
Kek Baran gotineke te ya dawîn hebe kerem bike�.
Ji Dema Nû re pirr spasdikim ku dengê me gihaþt gelê me. Û gelê me re jî jîyaneke bi rûmet û azad daxwaz dikim. Em çiqas berxwe bidin, azadîyê jî ewqas nêzîktir bibe.
Ez pirr spas dikim.