Peyam: 

Keke Baran bi salane ku Di Newroz u Sahiyanda li Avrupaye heta Avustralya,Kanada Muzika xwe dom dike, di þeveNetevi,Internationalî T.V u Radyon de beþdar dibe bê zimane kurmanci u Zazaki bi dengeki zelel û zill bi dengekî þewutí û bi qem, bi dengeki eþ û þin bi hez u keyf bi reqse u þer suna xwe girtiye,lé di naw siyesetnamen Kurdanranda bi nav u denge, le mixabin belki henek kes dibe ku te nezik nasnakin,Tu dikarî ji bo xwendewanên me xwe Hunermend Baran bidî nasandin.?

Baran sala 1956 li gunde Bargeni (Karabakir) e  ,ji bajarê Dersime gunde                      

Hozat`ê hatiye Dune . Baran hetta 7 saliye xwe Zimane tirki nedizani  gava dest bi mektebe kir 1963 tirki hinbuye û 1969 tiçe Elezize mekteba Orte pas orte diçe Mekteba Lise , we qava  xandine dikeve nav soreswanen Kurd u Tirkan, di sala 1973 ku  Serleskere Tirka ten ser hukme û  Deniz Gezmis u Hevalen wie dardexin, Baran we gave di nav cepen Xandawananda sun girtibu u ev ji bi Welatparez û ronekbirenre yek dibe, ji bo ku ev welatpereze, Baran li mekteba Lise davijin û xandina wi li gunde Elezîz tê qedexedikin,

Bave Baran Mahmut Baran wi dibe Almanyê, we gave ku Xandevan u ronekbiran pir Xort u kec hatin kustin bave min tirsiy u ez birim Almanyeye ba xwe, li we dere sal u niv mam u min Bave xwe u sitranen kurdi daha nezik naslirim, lé pase wegeriyam welat u sala 1975 da disa cum Mekteba Lise u sala 1977 da min lise xelaskir le di naw soresgeranda bum,bo wie ji Polesen devlete min rehet bernedan du se car hatim girtin u berdan, cara pasin Li Amede me Konserek cekir u ez hatim girtin du mehan di Zindaneda mam u disa berdan, pase daviya sala 1978  de min welat terk da  u disa cum Almanya,

Di sala 1979 da li bajare Karlsruhe min bi xandina Universitê kir, le min bo gele xwe û azadiya Welat dev ji þoreþgeri û þoreþvani  nekiri bu tim dicum sevan u Sahiyan.

Di sala 1982 li Tirkiye rejima serleskere Tirk "Cunta " hatser hukme,le Ali Baran.Melike Demirag û þanar yurdatapan û deh kesen din 13 kes ji biyaniya Türkiye ten avitin. Suçe min bi zimane dayika xwe kurmanci sitran gotin u diji rejime di nav muhalifen cepe tirk u Kurdanra berxadayin bu, le ku Pasaporta mina T.C li dest min girtin, ez mecburi mam u ez bum penebere Almanyaye u min paseporta Almanan girt.

 Peyam: Hunermend Baran Te kengê û çawa dest bi muzîka Kurdî kir? Dema we da Kurdî gotin ew qas ne rojevê da bu, çi li ser te tesîr kir ku , tu kurdî bistre?

Min bere heft saliyê xwê dest bi muzike kiribu li ber  karikan min  tim Dahul

ledexist,sitran digotin (ev Dahul ji kulike bekmeze dayika min ji mire çekir )

Bavemin Mahmut Baran Ozaneki bi navu dengbu di mala meda Keman, Saz û Cumbuþ tim hebun,le Kalike min ji li Kemane  dexist ,kemaneki mezin Violine mezin ledida.

Di mala me tim Mivan hebun dihatin bave min ji distrand, dayika min ji li ser Qetliama Dersime distrand , 1938 da li serhildana Dersimeda li Mala me 23 kes Kustine naven me hemi naven vane,dayika min mera tim qise dikir ku ev cava bubu cava sevitandibun  mala Seyid Turabi u Hesen sitranen ku Bave min dibe ji li bi pirati li ser Serhildana dersimin,ev li ser min pir tesir kiribu u min qet li tirkan hez nedikir, ji bo min ew welatperezi cebubu.

 Peyam: Baran Tu di þartên çawa de, di bin tesîra kulturêk çawa de mezin buyi? Kîjan hunermendan li ser te tesîr kiriye?.       

 Cawa min beré got Bave min Mahmut Baran Hozaneki bi nav û deng bu u tesira wi li sermin pire, sala 1963 dice Radiyoya Anqere bi Zimanen tirki distirine le zimane wî tirki keme tirki rind nizanibu jere diben gerek diksiona tirki dersan bigre le Mahmut Baran ev qebul nakir u sala 1965 çu Almanya û li bajare Heidelberg kardike , sala 1975 çu rahmete lê kaset u CD Mamud Baran hene"Mamut Baran Pira sitrane mine , ez ji Kaniya kilasikê kurdime"le Tesira  H.Czrevi, A.Cizrevi.Meyremxan,Qaus Aga ji li ser ma ma ez van bi zaroki  zanem ,Radyoya Bexdaye ,Irane u Erivane me tim u tim vedikir gudari dikir.

Peyam ; Keke Baran Cara evili te li ku li kizan Seve pesdar buyi u bi Kurdi sitran gotin u  heta naha Cend Kaset te hene?

 Min li mekteba evili sitrane tirki digotin, sala 1968 Tembure ledexist û sitran digotim. Kurmanci cara evili sala 1976 a li Hozate-Dersime di þeveka ku  Hevalen min ,þoreþgeran amade kiribu derketim sehne û min kurmanci  gotim, le Polesen li vedere hucume sahne kirin, dixaztin min bigrin Hevalen  min ez pasra revandim ,baþe ez çum hemu þeven derdoren Dersime û Iskenderunê,du caran çum Estanbolê .

sala 1977 li Diyarbekir, di Siname Dilanede þevekedê te Polesan ez girtim û nezikê 2 Mehan di hepsede mam û paþe ez berdam û  lê ez reviyam min welate xwe terk kir u Sala1978 cum Avrupaye li Avrupa  ji Muzika xwe dom kir.

1982 Kaseta yekemin " Lo warê" çekir û muzika profesyoneli dest  pêdikê .

Sala 1984 de Kesetê xwe "Dere Hepisxan" ê  çekir,

di 1987 Keseta sisiyan "Ey Dersimê " çekir, bi ve Kesete Baran di nav gele  xedê pir deng da.

Sala 1989 ´de Keseta çaran "Helebçe û Zindan" çekir,

di sala 1991 de "Çene çene" çekir û sala 1992 bi Pasaporta Alamani ,bi biyaniya Almana vedigere Türkiye û 1993 de Kasete þeþan "Deste ma"bi Arif Sag re çekir ,

di sala 1995 de Kaseteki Konzert  çekir (ev di Radyo û Televizyona Almananrê çebubu,bo Almanane) Sala2000 de kaseta “Evina Me”Cekir.

Peyam: Baran Gor te huner û hunermendî çîye? Divê têkelîyên hunermend û politîka çawa bin? Hin hunermendên Kurdan hene, gava partîyan wan rê nede, ew naçin þevên Kurdan? Tu vê yekê çawa dinirxinî?

Di nav Kurd u Cepen tirkanda ew tist zuda heye u tisteke var li dine tune, Hunermend cawa nav li sere ev insane ku hunereki ya peyda dike pi caveki dinerixine tine ber cavan , suret, gotin, nivis...kar...u bar.. hemi hunere, lé bi wi kar anin nake der gerek maneyeki ji bide mejiye Mirovan, insan li vi tistek fam bikin u hereketek, fikrek yane maneyek  bide insanan we gave em dikarin biben ew Huner hunereki Peserojeye, soresgeriye de, welate xoré xizmet dike u hunereke waha di nav Politikayeda sun digre , ku car caran reberiya politikaye ji dike, ji politikayeda perspektivek vedike,

Politikayek ,maneyeki Hunere gerek hebe le di nav gelekida pir Politika u parti ceh dibin va tisteki normalele, le hunerji pir rengin u neqse,le gerek Huner ji pirbe ev ji normale leHuner pi sere xa tene politika nine,huner bi fireti difkire Dinyaye,pi caveki rexnekiriye gerek mekeve xizmete partiyan, parti ten u dicin ye ku dimine Hunere, sitrane mene, li Eleviyan Pir Sultan,Li Kurdan Maleye Ciziri u Feqiye Teyran yanji Arif Cizrevi,Yilmaz Güney bo tene siyasetan Huner cenekirin, le be siyaset ji ninin ev di nav xweda maneyek siyasetek dike u heye.

Ez Kurdan qet li hev cudatir nabinim hemi bo min kurdin, le ev Kurde ku diji welaten xane Caxsen van cuda dikim,é ku siyasete diji welaten xwe dikin ew Caxsin u ez ji narim sewen van , le Ti nav siyseten kurdida ji nabim xulamen kesi ez dixwazim Hunere xo bi Azadi bikim û bejim “ eger insanek di nav dilexada bi  xa Azad nine bila mebe ku ez bo azadi serdikim” yan ji sitrane xo bo azadi dibem mebe, ew Hunermend, ev insan xwe dixapine û ew girtiye Zindaneye.

Peyam: Keke Baran Di tevgera azadîya Kurdîstan de, di peþvebirin û azadkirina civatê da rola hunermendan û bi taybetî ji a muzîkê çiye?

Rola Hunermendan Pir u pire le gerek Hunermend suna xwe bizane ,le gerek li pesiya Siyasete da herin,gerek pasda memine,ye ku Hunermend dibine, siyaset nabine, ev bi caveki din dibine dinyaye u bi rexne kirina xwe de bi cave siyastnaman li Dinyaye nanerin, Hunermenden Kurdan gerek bi sev u Roj bixebitin siyesate dine nasbikin u ji bo Kurdan ji ditin u Rexneyen xwe bejin,bi siyasetnamanra gerek em ser mekin le Xulamoken vanji nebin kare me bo wie zore, bo Azadiya welate xwe em mecburen ku li ser xeteki bisekinin le ev xet ne ditina siyesetekibe ev ditina Hunermendbe u ji bo Welate xwe perspektivek bide,

Muzik zimeneki serbixaye,ku di dilda te nav vida xelati nabe, xapandin tune, ew dile kesen din nerm dike dikeline u fikru ramanen xwe tine ziman, é ku siyaset nikare tesirbike, Hunermend pi Muzik,Avaz u gotinen xwe pe tine u pir dile insanan dicelibine û tesir dike, Siyaset taktikan dikin ,dixapinin u derewan ji dikin le Huner war nine, Rola Huner car carek demek te ku li Bombeye Atome daha zedetir li ser Mirovan tesir dike.

Peyam: Baran Tu  þêweya muzîka xwe çawa dinirxîne?

Muzika min Muzika Kurdiya Kilasike,otantike û li pi teybeti ez Sitrane Kurmanci u Zazaki cedikim u dibejim, le Beyten, Semayen Alewiyan  li ser muzika min pir tesir kiriye, ez Sitrane Suaran, è reqse u Dilanan, é diroki u Geleri û Lorikan tinim ziman, Car caran tiste Modern ji min cekirin,teksten Cigexwin,Feqiye Teyra,maleyé Ciziri ji bi melodiyeki tinim ziman,car caran ji Muzik heye Tekst tune,tekstan diniwizim,wak Dilem loy loy

Heta naha me li sitranan zede kar pe naniye,esas Harmoniya Muzike me pire le em li ser harmoniye nasekinine, em li ser Melodiyan disekinin ev kemasiyeki me hemu hunermendan kurdane,le em li ser Harmoni u Zede deng cekin le gele me ji me fam nake û amade ji nine Gel hetta naha di nav serdaye istiqrar di nav rewsa Kurdanra tune û Xandin di nav Kurdanra keme,Kiritiken muzike Kurdanji kemin,  Abori u Rewsa kurd tim xirabe,Azad nine, bo wie gele me pesre necuye ku muzikaxwe ji pesda here ,heta niha T.V.Radyo Niwis kembu, dixaztin em Tenbura xwe bigrin deste xwe u Ji wanda Lorikan Bistirinin,bo wie ji em nikarin zedetir tistan cekin ,ku gele meye Kurdistana basur di aliye Muzikeda li Kurden Turkiye pesdaye,Kurde Turkiye hin ji Ibo, Mahsun gudari dike,muzika me bi salan qedexeye, wan Hunermendan sitrane me bi zimane tirki digotin, 2 kaseten min hatin qedexe kirin,ez bi salan nekaribum bicim Kurdistane,le ewe ku dixazin peran qezenckin muzikame ye kurdi xira kirin,Gurup Kizil Irmak,Kardes Türküler,F.Baskale u daha pir kom u Sitranbejan Kilamen min xira kirin.

Peyam: Keke Baran Gelek hozan an ji komên kurdan muzîka nûjen bi kar tînin, lê mixabin gava mirov li wan guhdarî dike, bêhna muzîka kurdî jê nayê; mirov nizane bê ew muzîka kurdî ye yan na. Ji ber ku otantîzma muzika Kurdî, ruhîyeta klaman wenda nebe divê muzika Kurdî xawa modernîze, an ji pirdengî be?

Cawa min go gerek Kurd ji bigesin muzika Dinyayé le gerek binga muzike  Kurdibe,insan gawa gudari kirin bejin ha wa mizika Kurde,mesela muzika Cinan,Avrupayiyan an ya Yunanian beliye é meji belibe,karektera xwe bipareze, Kimlik –Biyani ya xwe hebe wek gele xwe ew ji karektera xa bipareze, le harmoni yan ji pir dengji hebe dinya Globale Rok-Cez u Bluza kurdiji hebe zerar nine le ritmu,melodiyan kurdi anda mebe,bina kurdi ku nebu tene giseye kurdi gotin nabe muzika Kurd.

Peyam.Keke Jîyan dînamîke, diguhere, her ûsa karê we yê muzîk ji ne statîkê, yanî ne wek dest pê ke. Muzîka te  da çend merxale hene. Tu ew pevajo ya karê xwe yê muzîka çawa dinirxinî?

 É raste em nikanin Sitranen xwe ye ku bere 20-30 Sali bere cedikir û digot dom bikin, gerek em gerek Sitraneki li Arife Cizrevi nude cekin u bejin lé bi rengeki nujen u modern, ne wek bere texlita A.Cizrewi bikini û em nikarin biben dinya guhari em ji wek muzika dinyaye cekine û muzika kurdi bugahirin wek Inglizi bejin, ev þaþe , Dinya globale Gele dinyaye neziki hev dibin le her kes bi rengen xwe û zimanen xwe te naskirin,kes Kulturu rengen xwe bernade ev dibe Asimlasyon, ez li diji wi me

Peyam: Baran  Li gorî te îro muzîka Kurdî çi rewþê daye?  Þartên îroyî da muzîkêk çi hawayî divê?

Muzika kurdi we gave imkana xwe peyde pey cedibe,imkan u serte Muzika me é vare giran giran ce dibe bengeye Muzika Kurdi bingeyeki kevn u devlemende lé bi salane qedexe u imkan dest netida é hedi hedi berve Azadiya Welat imkané cedibin,Promotiona Muzike me heta naha tunebu ,Kurden meye devlemend teda kar pe nainin bo wie ji ew sektoreki miri tiditin l´bi Azadi ya da hatiye giredayiyé eger ev Kurde devlemend é ku dixwazin peran qezenckin dest bawejin imkan bidin Hunermenden kurd,T:V û Radyoyen kurdan zedebin,imkane me ji zedetir dibe, we gawe li Kurdistana Turkiye bazara wie xira kirine,li Kurdistana parceye irane imkanen wen tune,é basur ev imkan zedetire,li Suriye ji bazara wi keme,20 milyon li tirkiyeye esas bazar ji li wirda hebu we gave xira bu kete deste tirkan ev tim qedexe dikin û estengiyan dertexin,korsan derdexin.

Pirs: Baran Piranîya dewletan de rexistinên Hunermendan henin, mafê hunermendan diparezin. Çima hunermendên Kurd nikarin werin cem hev , pirsgirêkên wan çine?

Ehet Kurdistan cenebe bese Muzike jivek wekilek mepareze ev oterita muzika kurdi nebe haleme xirabe, bo ku oteriteyek tune yane vek GEMA yek yan ji Edisonek nine ku muzike Kurdi bipareze gerek ev parti û Komel li pesiya Hunermendan megrin, estengiyan rakin û alikariya wen bikin û bo Muzika KurdiHunermend u berpirsiyare Parti tope hevbin Edisonek-wak firmayeké cekin kû bikanibin Sitran,kilam,lawik,diloken kurdi biparezin.Kilamen me  Diroka meye dirok ji é hemu gelle Kurde gerek em li ser wi yek bin,Ziman,Ax,Dirok, Muzik û Ala kurd é me hemu kurdane,gerek li ser wan 5 sertan em yekbin.

Pirs: Baran Di dîroka hunermendiya Kurda da hunermendên Wek M.Arîf Cîzrawî, Kawis Axa, Heseê Cîzrawî, Tehsîn Taha, Hesen Zîrek, Elî Merdan, Meryem xan, Ayþe Þan û yên din giyane. Roja îroyin da hûnermendên ku di þopa wan da ne, an ji hunermendên ku mirov bikaribe bi wan va miqayese bike hene?

Hun Rojname wan gerek We pirse li min mekin li gele me bikin û biniwisinin  gele me ci dibe ew raste , ez nikarim li were bejim tene ez û ez û disa ez, hene hene le ez naxwazim nawen wan bejim gele me zane,binga Muzika minda Geleri heye yane Kilasike ev ji li diroka Kurdistane te bo wi ji ez bixwe bawerim ku ez di riyeki rastdame

Pirs: Biraye Baran Di pêþerojê da çi planên te hene?

We gawe ez li ser Kaseteki-CD muzike dixebitim, dixwazim zedetir  li welat biminim,Avrupa bo min xelas bu,ez li wir weki girtiyeki zindane me,bere em mecbur bun li wir biminin lé naha em dikanin herin welaten xwe,bo wi ez dibem gerek em li ser axa xwe bimirim,ez naxwazim  li xeribistane herim goristane,

Ji wera zor sipas gelek memnun û hemu xwendewanen Peyamré silaw û rez

Hunermend Baran.